Heseke-SANA
Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhestina Esmanî ya Sûrîyê duh Çarşemê, dest bi karên nûjenkirina Balafirgeha Navdewletî ya Qamişloyê kir, di çarçoveya planekê de ji bo bilindkirina amadebaşîya wê ya teknîkî û vegerandina wê bo xizmetê bi tevahîya şîyana wê ya karkirinê.
Desteyê di daxuyanîyekê de ku SANAyê kopîyek jê wergirtîye eşkere kir, ku komxebatên pispor dest bi cîbicîkirina karên raskirina axê ya derdora pîstê û qadan kirine, daku li gorî pîvanên navdewletî yên pejirandî be û bibe bingehek ji bo temamkirina qonaxên nûjenkirinê yên bê.
Her wiha dîyar kir ku karên nûjenkirinê li ser qonaxan tên kirin û van xalan li xwe digire: Geşepêdana binesazî û sazîyên karkirinê; bi armanca bihêzkirina ewlehîya esmanî û baştirkirina kalîteya xizmetguzarîyan, daku balafirgeh rola xwe ya sereke di girêdana herêmê bi parêzgehên din ên Sûrîyê re dubare bileyîze.


