Îdlib-SANA
Beşa Lêkolîna Tawanan a ser bi rêveberîya Ewlekarîya Hundirîn li devera Harimê li gundewarê Îdlibê, çar kes piştî misogerkirina tevlîbûna wan di bazirganî û belavkirina pereyên sexte de li deverê, girtin.
Wezareta Hundirîn ji SANAyê re dîyar kir ku ev yek piştî hatina çend agahîyan ji welatîyan, ku tê de dibêjin ew hatine xapandin û dolarê Amerîkî yê sexte kirîne, li ser vê yekê yekîneyên beşê dest bi lêkolîn û lêgerînê kirin.

Her weha wezaretê bal kişand ser wê yekê ku xebata meydanî bû sedema naskirina nasnameya yek ji wan û girtina wî, ku li cem wî 100 dolarê Amerîkî yê sexte hat girtin, û di dema lêpirsînê de, wî li hevkarîya xwe bi hejmarek hevparan re di vê kiryarê de mikur hat, lewra dewreyên beşê dest bi lêgerînê kirin û hemû kesên tevlîbûyî girtin.



