Şam-SANA
Rêveberê Rêveberîya Hevkarîya Navdewletî li Wezareta Derve û Koçberan a Sûrîyê, Quteybe Qadîş, ragihand ku komîteyeke şopandinê di bin çavdêrîya Rêveberîya Hevkarîya Navdewletî de hatiye avakirin.
Ev komîte nûnerên rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) û hevkarên navdewletî û navxweyî li xwe digire, wekî beşek ji bersivdana mirovî ya bilez ji bo rewşa li bajarê Kobanî (Eyn El-Ere) û parêzgeha Hesekê.
Qadîş tekez kir ku wezaret li ser şopandina şandina alîkarîyan bi awayekî vedorî û birêkûpêk kar dike, daku bandora bersivdana mirovî misoger bibe, bi hevahengîya ligel hemû alîyên peywendîdar.
Navborî amaje bi wê yekê kir ku Wezareta Derve di rojên borî de hemû rizamendî û hêsankarîyên pêwîst dane ajansên alîkarîyê yên NY yên ku dixwazin li hundirê bajarê Kobanîyê (Eyn el-Ereb)ê kar bikin, daku gihîştina alîkarîyan ji bo sivîlên hewcedar bêyî ti astengîyan misoger bibe.
Her wiha, Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê îro di demeke zûtir de ragihandibû ku du korîdorên mirovî ber bi Hesekê û Kobanîyê ve hatine vekirin, ku ji bo derbasbûna alîkarîyan û rewşên mirovî hatine veqetandin.