Heseke – SANA
Tevgera Ciwanên Demokratîk têkildarî geşedanên dawî û alozîya leşkerî li parêzgeha Hesekê di navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê de daxuyanîyek belav kir. Tevgerê nîgeranîya xwe ya kûr li hember metirsîyên li ser aştîya civakî û aramîya herêmê nîşan da.
Tevgerê di daxuyanîya xwe de redkirina xwe ya ji bo her cure şer û tundûtûjîyê anî ziman û dîyar kir ku çek nabe amûra çareserkirina nakokîyan, lê tenê dibe sedema kûrkirina dabeşbûn û êşên xelkê. Her wiha tekezî li ser mafên rewa yên sîyasî, medenî û çandî yên gelê Kurd wekî pêkhateyeke resen a civaka Sûrîyê kir, di çarçoveya dewleteke demokratîk û hemwelatîbûna wekhev de.
Tevgera Ciwanên Demokratîk bang li hemû alîyan kir ku demildest alozî û şer rawestînin, guh bidin dengê aqil û dîyalogê. Her wiha bang li gelê Hesekê bi hemû pêkhateyên wê kir ku li hember gotinên nefretê bisekinin û parastina jîyana hevbeş bikin, ji ber ku paşeroja Sûrîyê bi vîna sîyasî ya azad û beşdarîya ciwanan ava dibe.