Şam-SANA
Rêveberîya Ewlekarîya Navxweyî ya li navçeya Yebrûdê, bi hevkarîya Şaxa Lêkolînên Cezayê ya li parêzgeha gundewarê Şamê, sê kes ji ber ku di kuştina jinekê de cih girtine, desteser kirin.
Wezareta Navxwe, îro Yekşemê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku ev yek piştî wê yekê hat ku mêrê jina kuştî agahdarî da û got ku li mala wî gule lê hatîye reşandin, di encamê de ew birîndar bûye û hevjîna wî jî di cih de jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî wezaretê, yekîneyên pispor dest bi şopandina dozê kirin û karîn nasname û cihê tawankaran diyar bikin û wan bigirin.
Tawankaran li xwe mikur hatin û gotin ku wan ji bo kuştina mêr gule reşandine, bi îdiaya ku ew sîxurê rejîma berê bû, lê lêkolînan ev îdia pûç derxist.
Kesên hatine girtin ji bo tedbîrên qanûnî yên pêwîst bên girtin, sewqî dadgeha pêwendîdar hatin kirin.