Laziqîyê-SANA
Şêwirmendê Wezîrê Navxwe yê Karûbarên Yasayî û Mafên Mirovan Emîd Samir El-Hisên dîyar kir ku wezaret li ser avakirina şîyanên endamên xwe û perwerdekirina wan bi awayekî demdemî kar dike, da ku dezgeheke ewlehîya navxweyî ava bike ku erkên xwe li gorî pîvanên herî bilind ên pîşeyî û mirovî bi cih bîne.
El-Hisên di konferanseke rojnamevanî de îro Pêncşemê li ser encamên komîteya lêpirsînê derbarê hûrgilîyên mirina xortê bi navê Mihemed Ximêre tekez kir ku mafên welatîyan parastî ne, û destnîşan kir ku kesê girtî yan jî di zindanê de, rûbirûyî cezayê sînordarkirina azadîyê dibe lê ew ceza bi tu awayî dest nade rûmeta wî.
Her wiha zelal kir ku wezaretê ji kêlîya yekem a rûdana bûyerê ve dest bi girtina rêkarên lezgîn kiriye, û komîteyeke taybet a lêkolînê ji bo şopandina hûrgilîyên bûyera mirinê pêk anîye; ev yek jî di çarçoveya hewldanên wê yên ji bo cîbicîkirina yasayê û çespandina bingehên mafên mirovan de tê.