Hesekê-SANA
Serokê Komîteya Vegerandina Koçber û Penaberan û Endamê Komîta Serokatîyê ya Taybet bi Karên Hevgirtinê li Hesekê Dr. Mistefa Ebdî ragihand ku piştî çend rojan ji tomarkirina navên malbatên ku dixwazin vegerin, îro karwanê yekem ê koçberên Efrînê ji bajarê Hesekê ber bi warên wan ve bi rê ket.
Ebdî da zanîn ku tîma taybet ji çend rojan ve li ser tomarkirina lîsteyên malbatên ku dixwazin vegerin û rêkxistina hemû karûbarên wan ên lojisîtk kar dike. Ebdî her wisa dîyar kir ku ev karwan ji dehan otomobîlên taybet û barhilgirên kelûpelan pêk dihat, ku ji alîyê hêzên Ewlekarîya Giştî û ambûlansan ve dihatin parastin da ku silametîya welatîyan di rê de bê parastin.
Li cihê kombûnê li bajarê Hesekê, selikên xwarinê ji bo her malbatekê û selikên taybet ji bo zarokan (av û xwarinên sivik) hatin belavkirin, her wiha taştê ji bo hemû kesan hat dabînkirin.
Tê payîn ku piştî çend saetan karwanê duyem ku ji dehan otobusan (basên mezin) pêk tê, bi heman awayî bi rê bikeve.