Şam-SANA
Hikûmeta Sûrîyê tekez kir ku ji şeva borî ve, bi fermî alîyê Amerîkî agahdar kirîye derbarê nîyeta Hêzên Sûrîya Demokratîk “HSD”ê ku ji xalên xwe yên li derdora kampa Holê vekişin, ev yek jî hewceyî tevgereke bilez bû ji bo girtina her valahîyeke ewlekarîyê ya ku dibe rû bide.
Hikûmeta Sûrîyê di daxuyanîyeke xwe de îro Sêşemê got: Wê “ji bo alîyê Amerîkî û alîyên peywendîdar tekez kirîye ku ew bi temamî û rasterast amade ye ji bo wergirtina wan xalan û birêvebirina wan ji alîyê ewlekarîyê ve, daku aramîya kampê were parastin û rê li ber her hewldaneke bikaranîna vî vekişînê ji alîyê rêxistinên terorîst ve were girtin.”
Hikûmeta Sûrîyê serkirdayetîya “HSD”ê bi temamî berpirsîyar dît li ser her encamên ku ji ber vê derengxistina bi qestî rû bidin, û tekez kir ku ew dê rê nede tu valahîyeke ewlekarîyê ku gefê li ewlehîya herêmê bixwe. Her wiha daxwaz ji alîyê Amerîkî kir ku berpirsîyarîyên xwe hilde ser milê xwe daku fişarê bike ji bo temamkirina proseya radestkirinê bêyî tu paşxistineke din.
Wezareta Parastinê amadehîya xwe ya tam ragihandibû ji bo wergirtina kampa Holê û hemû girtîgehên “DAIŞ”ê li herêmê, û tekez kir ku pêşengîya wî şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ye.