Hema – SANA
Rêveberîya Ewlekarîya Hundirîn li Misyafê ya rojavayê parêzgeha Hemayê, bi hevkarîya Şaxê Têkbirina Terorê, çek û cebilxane di şikeftekê de li nêzîkî bajarokê Sîgatayê dîtin û desteser kirin.
Parêzgarîya Hemayê di rêya kenala xwe ya Telegramê re dîyar kir ku di nav tiştên desteserkirî de du çekên “RPG”, heft keleşnikov, reşaşeke 14.5, ligel cebilxaneyên cihêreng û kincên leşkerî hebûn.
Parêzgarîyê bal kişand ser wê yekê ku ew çek hemû hatine desteserkirin û radestî alîyên peywendîdar hatine kirin ji bo girtina tedbîrên yasayî yên pêwîst, da ku di tu çalakîyekê de ku ewlehî û aramîya herêmê têk bide neyên bikaranîn.



