Şam – SANA
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Ezmanî, Umer El-Huserî, ragihand ku tevgera ezmanî li Balafirgeha Navdewletî ya Helebê ji roja Sêşema bê ve, li gorî bernameya geştan ya pejirandî, dê dîsa dest pê bike.
El-Huserî di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê eşkere kir ku di qonaxa bê de dê girîngîyeke berdewam bi balafirgeha Helebê were dayîn, û dê kar li ser pêşxistina xizmetguzarîyan û bilindkirina asta ezmûna veguhestina ezmanî were kirin, da ku bigihîje asta daxwaz û hêvîyan.
Hêjayî gotinê ye ku Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Ezmanî li Sûrîyê, di dehê vê mehê de girtina balafirgeha Helebê li pêş tevgera ezmanî ragihandibû. Ev biryar ji bo parastina selametîya geştyar û tîmên ezmanî û misogerkirina ewlehîya operasyonên karkirinê hatibû dayîn, piştî ku rêxistina HSDê taxên niştecîyan li bajarê Helebê kiribûn armanc.