Stenbol-SANA
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan tekez kir ku peymana 10ê Adarê ku di navbera hikûmeta Sûrîyê û rêxistina HSDê de hatibû îmzekirin, bi serê xwe projeyeke pir realîst e, lê tiştê ne realîst ew e ku ev rêxisrin (HSD)ê naxwaze di vê rêyê de bimeşe.
Fîdan di hevpeyvînekê de ligel kanala “TRT Haber” a Tirkîyê got: “Heke rêxistina HSDê bi rastî li ser siberoja Kurdan difikire, divê ew li ser çareserîyên cidî û rastîn ên li ser bingeha aştîyê rawestin.”
Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan duh di peywendîyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, geşedanên herî dawî yên li bajarê Helebê gotûbêj kirin, ku tê de tekezî li ser serwerîya Komara Erebî ya Sûrîyê û yekparçeyîya xaka wê hat kirin.