Şam – SANA
Hikûmeta Sûrîyê bi tundtirîn şêwe kiryara rêxistina HSDê û komên ser bi rêxistina PKKê ya terorîst ve ya îdamkirina girtî û dîlan li bajarê Tebqayê li gundewarê parêzgeha Reqayê, berîya vekişîna ji wir, şermezar kir.
Hikûmeta Sûrîyê di daxuyanîyekê de îro Yekşemê dîyar kir ku îdamkirina dîl û girtîyan, bi taybetî yên sivîl, li gorî peymanên Cinevê sûcekî temam e û bi awayekî berçav li dijî qanûna navdewletî ya mirovî ye.
Desteya Operasyonan dîyar kir ku 64 şerkerên (jin û mêr) rêxistina HSDê piştî ku ji hêla hêzên artêşê ve li taxeke bajarê Mensûre li gundewarê Reqayê hatin dorpêçkirin, teslîm bûn.
Jêderên herêmî dan zanîn ku rêxistina HSDê û komên ser bi rêxistina PKKê ya terorîst ve, hejmarek girtî li bajarê Tebqayê berîya vekişîna ji wir îdam kirine.