Reqa – SANA
Artêşa Erebî ya Sûrîyê êvara duh Şemîyê dest danî ser Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê û gelek gund û bajarokên li gundewarê Reqayê.
Desteya Operasyonan da zanîn ku hêzên artêşê Bendava Mensûreyê (Bendava El-Be’s a berê) kontrol kir, û her du bajarokên Retle û El-Hemamê li gundewarê Reqayê kontrol kirine, û niha kêmtirî 5 km ji dergehê rojava yê bajarê Reqayê dûr in.
Desteyê dîyar kir ku hêzên artêşê ketin bajarokên Sebxe, Xanim El-Elî, Huneyde û Sefsafe, û gundên Ebû Asî, El-Ceblî, Zûr Şemer û Recm El-Xezalê û kontrola xwe li ser bajarê Mensûreyê tund kirine.