Şam-SANA
Niştecihên Taxa Ruknedînê (Taxa Kurdan) li Şamê êvara duh Înê kêfxweşîya xwe ya mezin bi derketina biryarnameya hejmar /13/ ya sala 2026an nîşan dan, ku tekez dike welatîyên Kurd ên Sûrîyê parçeyekî bingehîn û resen in ji gelê Sûrîyê.
Taxê atmosfereke pîrozbahîyê bi xwe ve dît ku tê de govendên folklorî hatin gerandin û rûspî û xelkên herêmê bi awayekî berbiçav tê de beşdar bûn, wek nîşaneyekê ji bo pêşwazîya gelêrî ya li biryarnameyê û peyamên wê yên niştimanî yên yekker.
Beşdaran dîyar kir ku bendên di biryarnameyê de hatine, nemaze yên derbarê hînkirina zimanê Kurdî, betalkirina bandorên serjimêrîya sala 1962an, dayîna regeznameyê (nasnameyê) ji bo “Mektûman”, û pejirandina cejna Newrozê wek bêhnvedaneke fermî, gavên pratîkî ne ku hevgirtina niştimanî xurt dikin.




