Heleb-SANA
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê îro Înê bang li kesên Sûrî yên di nav rêxistina HSDê de -çi Kurd bin çi Ereb bin– kir ku jê cuda bibin, dev ji HSDê berdin û vegerin hembêza dewleta xwe.
Desteya Operasyonan ji SANAyê re ragihand: “Ji bo kesên Sûrî yên di nav rêxistina HSDê de, Kurd û Ereb, em vekirina derîyê cudabûn terikandina vê rêxistinê radigihînin, ew jî bi rêya çûna ber bi xala herî nêzîk a Artêşa Erebî ya Sûrîyê ve.”
Her wiha desteyê got: “Ji rêxistina HSDê cuda bibin; welatê we di her dem û derê de bixêrhatina we dike. Pirsgirêka me berê jî û niha jî bi milîsên PKKê yên terorîst û bermayîyên rejîma berê re bû, ku dixwazin welatîyan bikin armanc û civaka Sûrîyê wêran bikin.”
Duh Pêncşemê, hejmarek ji endamên rêxistina HSDê çekên xwe danîn û ji enîya Dêr Hafirê ya li rojhilatê Helebê veqetîyan û hêzên Artêşa Erebî ya Sûrîyê piştî gihîştina wan bo xalên belavbûna artêşê, yekser ewlehî ji wan re misoger kir.
Wezareta Hundir jî duh komek ji kesên ku di nav refên rêxistina HSDê de li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê bûn, berdan.