Heleb-SANA
Rêxistina HSDê duh Pêncşemê korîdorên mirovî li Dêr Hafir û Meskeneyê li gundewarê rojhilatê Helebê girtin û rê li ber derketina sivîlan girt, piştî ku Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê vekirina wan li pêşîya sivîlan ragihandibû.
Berpirsê devera Dêr Hafirê Ebdulwehab Ebdulletîf di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku girtina dergehan hinek şênî neçar kirin ku di rêyên bejayî yên ne ewle re derbas bibin ku pir û binesazîyên wan zirar dîtine, ev yek jî metirsîyeke mezin li ser jîyana wan çêdike.
Di şahidîya xwe ya ji hundirê herêmê, welatîyê bi navê Bîlal Hesûn ku ji şênîyên Dêr Hafirê ye, tekez kir ku şênî gihîştin dergehê mirovî yê ku ji alîyê dewletê ve hatibû dîyarkirin, lê HSD û rêxistina PKKê ew bi temamî girtin û nehiştin sivîl derkevin. Hesûn bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo vê yekê bi lezgînî destwerdanê bikin.
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê duh vekirina korîdoreke mirovî ber bi bajarê Helebê ve bi rêya gundê Himêmeyê li ser rêya M15ê ragihandibû. Hatibû dîyarkirin ku korîdor dê ji saet nehê sibehê heta saet pêncê êvarê vekirî be ji bo ewlekirina derketina şênîyan ji herêmên rojhilatê Helebê.