Heleb-SANA
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê ragihand ku dema korîdora mirovî ya nêzîkî bajarê Dêr Hafirê li gundewarê Helebê, ji bo rojeke din di heman demê de heta roja Înê 16ê Kanûna Duyem 2026an, ji saet 09:00ê sibehê heta saet 17:00ê êvarê hat dirêjkirin.
Desteya Operasyonan tekez kir ku her cihekî ku astengîyê li pêşîya derbasbûna sivîlan çêbike dê bi awayekî guncaw bibe armanc, û amaje pê kir ku hemû amadekarîyên meydanî ji bo ewlekirina herêmê bi dawî bûne.
Rêxistina HSDê duh Pêncşemê astengî li pêşîya derketina sivîlan ji Dêr Hafir û Meskeneyê ber bi herêmên li jêr kontrola dewletê ve çêkir û nehişt ew di korîdora mirovî ya Himême re derbas bibin, ku ji alîyê rêveberîya herêmê ve bi hevahengîya ligel Desteya Operasyonên Serbazî hatibû ragihandin.