Dêrezor-SANA
Şaxê Lêkolîna Tawanan li parêzgeha Dêrezorê karî du tawanbaran bigire ku tevlî tawana kuştina welatîyekî li navçeyên di bin kontrola rêxistina HSDê de bûne.
Wezareta Navxweyî îro ragihand ku li bajarê Meyadînê du kesên gumanbar hatine girtin, piştî agahdarkirina malbata kesê hatî kuştin derbarê windabûna wî, ku yekîneyên pispor yekser dest bi karên xwe kirin piştî destnîşankirina cihê wan û şopandina rêya revîna wan.
Kesên hatine girtin li xwe mikur hatin ku ji ber nakokîyeke maddî, mexdûr xapandine, kuştine û li hewşa dibistanekê veşartine da ku tawanê veşêrin, û ew ji bo girtina rênimayên yasayî radestî dadgeha pispor hatin kirin.
Ev operasyon di çarçoveya hewldanên bêwestan de tê ji bo rûbirûbûna tawanan û parastina ewlehî û silametîya welatîyan li gorî yasa û pergalên li dar in.