Heleb-SANA
Îro Sêşemê zilamek bi giranî birîndar bû, di encama ketina nav tuneleke rêxistina HSDê de, ku li jêrzemîna avahîyeke niştecîhbûnê li devera Seken Şebabî li taxa Benî Zeyd li bajarê Helebê bû.
Berevanîya Sivîl a Sûrî dîyar kir ku tîmên awarte yên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Rêvebirîya Karesatan ve li parêzgeha Helebê, ji bo rizgarkirina kesê birîndar werîs bi kar anîn û alîkarîyên destpêkî pêşkêş kirin, berî ku wî bînin nexweşxaneyeke bajar ji bo dermankirinê.
Berevanîya Sivîl bang li xelkê kir ku baldar bin û hay ji tunel û çalên ku rêxistina HSDê ên li hundirê taxên niştecîhbûnê hiştine hebin, û tekez kir ku pêwîst e ku her cihekî gumanbar were dîtin Berevanî were agahdarkirin da silametîya xelkê biparêze.