Şam-SANA
Şaxê Lêkolînên Tawanan li Şamê, du kesên ku destê wan di dizîya çekên kevnar de ên Muzexaneya Neteweyî hebû girtin, û heta niha 24 parçe ji wan hatine vegerandin.
Wezareta Hundirîn zelal kir ku ev operasyon piştî şopandineke hûrbîn di çarçoveya parastina milkên giştî û pêmayên şaristanî de hat encamdan.
Di dema lêpirsînê de, her du girtî li xwe mukur hatin ku wan ew parçe dizîne û firotine bazirganên çekan, di heman demê de hewldanên vegerandina parçeyên din ên winda berdewam in.



