Heleb-SANA
Nexweşxaneya Nexweşîyên Hinavêli taxa Bustan El-Başa li Helebê, dest bi xebata xwe ya tam kir piştî girtineke neçarî ji ber armancgirtina wê ji alîyê rêxistina HSDê ve. Ew êrîş bûbû sedema zirarên mezin ên binesazîyê, bi taybetî di warê kehrebe, tankên avê û hin beşên nexweşxaneyê de.
Rêvebirê nexweşxaneyê, Dr. Ebdulqadir El-Yasîn, dîyar kir ku nexweş bi awayekî demkî bo nexweşxaneyên din hatibûn veguhastin, paşê tîmên endezyarîyê hatin şandin da ku zirarên çêbûyî çaksaz bikin û beşên nexweşxaneyê ji nû ve amade bikin.
El-Yasîn dîyar kir ku nexweşxane li bakurê Sûrîyê wekî yekane nexweşxaneya pispor di dermankirina nexweşîyên hinavê de tê hesibandin, û xizmetên bi kalîte pêşkêş dike ku nexweşîyên kezebê, jehrîketin û nexweşîyên vegir li xwe digire, ligel taqîgehên pispor
Kadirên pizîşkî tekez kirin ku ew bi hemû şîyana xwe vegerîyan ser karê xwe, ku ev yek nîşana xweragirîya sektora tenduristîyê ye.




