Dera-SANA
Hêzên Îsraîla Dagîrker êvara Sêşemê bi topan êrîşî derdora bajarokê Abidîn û Wadî Koya li devera Hewda Yermûkê li gundewarê rojavayê Derayê kir.
Nûçegihanê SANAyê li Derayê dîyar kir ku hêzên dagîrkerîyê pênc top avêtin û ew li derdora Abidîn û Wadî Koya ketin, bêyî ku tu kes birîndar bikeve.
Îsraîla Dagîrker êrîşên xwe yên li ser axa Sûrîyê didomîne, û Peymana Veqetandinê ya sala 1974an û yasayên navnetewî û biryarên têkildar ên Netewên Yekbûyî, binpê dike, di heman demê de Sûrîyê van kiryaran şermezar dike, û bang li civaka navnetewî kir ku helwesteke tund nîşan bide da ku van êrîşan rawestîne.