Şam-SANA
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê ragihand ku ji ber berdewamîya rêxistina HSDê di berhevkirina komên xwe de ligel milîsên terorîst ên PKKê û paşmayên rejîma berê li vê herêmê, û ji ber ku ev der wekî xala berdana dronên xwekuj ên Îranî ye ku bajarê Helebê bombebaran kirin:
Herêma ku bi rengê sor hatiye xêzkirin, ji îro ve wekî “Herêma Leşkerî ya Girtî” tê hesibandin.
Em bang li gelê xwe yê sivîl dikin ku ji baregehên rêxistina HSDê li vê herêmê dûr bikevin.
Divê hemû komên çekdar ên li vê herêmê ber bi rojhilatê Firatê ve vekişin.. Canê xwe biparêzin.
Artêşa Erebî ya Sûrîyê dê her tiştê pêwîst bike da ku rê li ber komên çekdar ên li vê herêmê civîyane bigire ku vê deverê wekî xala destpêkirina operasyonên xwe yên tawankar bikar neynin.