Şam-SANA
Piştî yekkirina pênc kompanyênAvakirinêyên dewletê, Sazîya Sûrî ya Bînasazî û Avakirinê bi rêya bilindkirina şîyana xebatê û dabînkirina sûdmendîya aborî û berdewamîyê di projeyan de, bûye stûneke bingehîn di nûavakirin û geşepêdana avahîsazîyê de.
Rêvebirê Giştî yê sazîyê, Hesen Rehmûn, tekez kir ku ev yekkirin bû faktera başkirina sîstema îdarî û kêmkirina sistîya kar, her wiha alîkar bû di handana li ser kar di projeyên rawestîyayî de û xurtkirina rola sazîyê wekî milê aborî yê Wezareta Karên Giştî û Niştecihkirinê.
Rehmûn da zanîn ku projeyên rawestîyayî li ser du coreyan hatine dabeşkirin:″bi temamî rawestîyayî” û “beşekî rawestîyayî”, û dest bi temamkirina yên ku beşkek jê rawestyayî hat kirin. Her wiha dest bi berdewamkirina projeyên niştecihkirinêûbinesazîyê yên wekî bendav û stasyonên parzûnkirina avê hatiye kirin.
Her wiha Rehmûn tekezî li ser pêdivîya lezkirina perepêdanê û nûkirina kadro û makîneyan kir.
Dezgeh berdewam e di pêşxistina şîyanên xwe yên teknîkî û mirovî de, di dema ku sala 2026 wekî qonaxeke girîng ji bo temamkirina projeyên nûavakirinê li Sûrîyê tê dîtin.








