Şam-SANA
Wezareta Derve û Koçberan tekez kir ku hikûmeta Sûrî ji bo parastina sivîlan li bajarê Helebê, li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê operasyoneke “cîbicîkirina yasayê” ya bisînor û armanc-dîyarkirî pêk anîye.
Wezaretê dîyar kir ku pêngavên hatine avêtin li ser binemayên “pêwîstî û hevsengîyê” hatine avakirin û civaka Kurd nakin armanc; civaka ku wek parçeyekî jêneger ji tevna civakî ya Helebê û şirîkekî çalak di sazîyên niştimanî de tê hesibandin.
Wezaretê spasîyeke germ û pêzanînên xwe pêşkêşî Amerîka, Erebistana Siûdî, Qeter, Tirkîyê, Fransa, Brîtanya û birêz Mesûd Barzanî kir; ji ber rola wan a çalak û berhemdar di piştgirîkirina aramîya Sûrîyê û xema wan a li ser yekparçeyî û serwerîya xaka wê.