Heleb-SANA
Fermandarê EwlekarîyaHundirîn li parêzgeha Helebê, Eqîd Mihemed Ebdilxenî, serperiștîya rêkarên yasayî yên bi endamên rêxistina HSDê re yên ku li taxa Eşrefîyê hatine girtin kir, û tekezî li ser pabendbûna tam bi mafên wan li gorî yasaya Sûrîyê û yasaya mirovî ya navdewletî kir.
Wezareta Hundirîn li ser kenala xwe ya Telegramê, ragihand ku Eqîd Ebdilxenî tekez dike ku vê rêxistinê ji bilî sozên sexte tiştek nedaye wan endaman, berê wan daye rêyên bêencam, temen û şîyana wan ji bo xizmeta projeyên ku tu berjewendîya wan tê tunye de bi kar tîne.
Wezaretê tekez kir ku ev gav di çarçoveya rêkarên yasayî yên asayî de tê, ji bo misogerkirina ku danûstandina bi girtîyan re li gorî yasa û pîvanên mirovî tê kirin.
Îro berî çend saetan, Wezareta Hundirîn destpêkirina belavbûna hêzên Ewlekarîya Hundirîn li taxa Eşrefîyê ya bajarê Helebê ragihand. Ev yek di çarçoveya plana dabînkirina ewlehî û aramîyê de ye li taxên ku herî dawî radestî dewletê hatine kirin, piştî vekişîna komên çekdar ên ser bi rêxistina HSDê ve. Wan hêzan dest bi erkê xwe yê parastina sivîlan û rêgirtina li her binpêkirin an bêserûberîyê kirine, bi hevahengîya bi yekîneyên artêşê re yên li taxê belav bûyî.

