Şam-SANA
Hikûmeta Sûrîyê piştrast dike ku naveroka daxuyanîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) derbarê rewşa bajarê Helebê, bi taybetî li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê, gelek çewtîyên bingehîn û pênaseyên dûrî rastîya meydanî li xwe digire; her wiha ev daxuyanî li dijî peymana 1ê Nîsana 2025an e.
Hikûmet dîyar dike ku îdiaya HSDê ku dibêje “hêza me ya leşkerî li hundirê bajarê Helebê nîne”, wekî ku di daxuyanîya wê de hatiye, mikurhatineke eşkere ye ku tu rol an destwerdana wê di karûbarên ewlehî û leşkerî yên bajêr de nîne. Ev yek piştrast dike ku parastina ewlehîyê û parastina niştecihan, li gorî destûr û qanûnên berkar, tenê berpirsyarîya Dewleta Sûrîyê û sazîyên wê yên rewa ye.
Dewleta Sûrîyê tekez dike ku parastina hemû welatîyan, di nav de welatîyên Kurd jî, berpirsyarîyeke niştimanî û qanûnî ya mayînde ye û ev erk nayê bazarkirin an spartin. Dewlet vê berpirsyarîyê bêyî tu cudahîyên nijadî yan nasnameyî bi cih tîne, û her hewldanekê ku dixwaze rêkarên ewlehîyê wekî armancgirtina pêkhateyeke taybet nîşan bide, bi tundî red dike.
Her wiha alîyên pêwendîdar piştrast dikin ku kesên ji herêmên alozîyê koç kirine, tenê Xelkên sivîl in; û hemû jî welatîyên Kurd in ku ji ber tirsa dijwarkirina rewşê herêmên xwe terikandine û xwe spartine herêmên di bin kontrola dewletê û sazîyên wê yên fermî de. Ev yek belgeyeke zelal e li ser bawerîya welatîyên Kurd bi Dewleta Sûrîyê û şîyana wê ya peydakirina parastin û ewlehîyê ji bo wan; di heman demê de hemû îdiayên ku dibêjin “gef li ser wan heye yan tên armancgirtin” pûç dike.
Dewlet zelal dike ku rêkarên li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê hatine girtin, tenê di çarçoveya parastina ewlehîyê de ne, da ku rê li ber her çalakîyeke çekdarî li nav taxên niştecihbûnê were girtin û wekî kartekê ji bo zextê li ser bajarê Helebê neyên bikaranîn. Di heman demê de, dewlet bi temamî pabend e bi parastina sivîlan û dabînkirina silametîya wan û parastina mal û milkên wan.
Dewleta Sûrîyê careke din daxwaza xwe ya derketina komên çekdar ji nav taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê nû dike û bang dike ku sivîl bi temamî ji nakokîyên sîyasî û ragihandinê dûr werin girtin. Dewlet gotara sorkirin û tirsandina xelkê ku alozîyan gur dike û aramîyê lawaz dike, bi tundî red dike. Her wiha tekez dike ku her nêzîkatîyek ji bo rewşa bajarê Helebê, divê li ser bingeha serwerîya dewletê û yekparçebûna axa wê be, bi awayekî ku rûmet û ewlehîya hemû welatîyan were parastin.