Şam-SANA
Serokê Komîteya Nehiştina Qezenca Nerewa Basil El-Siweydan tekez kir ku komîteyê rê li ber her cure fêlbazî yan şantajeke ku dibe ji alîyê hin kesan ve were kirin girtiye.
El-Siweydan ji SANAyê re bal kişand ser girîngîya destpêkirina bernameya “Eşkerekirina Xwebexş” ya derbarê qezenca neqanûnî ji alîyê komîteyê ve. Wî destnîşan kir ku ev bername pabendbûna komîteyê bi pêşnîyarên Neteweyên Yekbûyî yên têkildar nîşan dide û li gorî prensîbên dadmendî û serwerîya qanûnê ye.
Tê zanîn ku komîteyê di 28ê Kanûna Yekem a borî de, bernameya eşkerekirina xwebexş a ji bo şeş mehan û malpera xwe ya fermî dabû destpêkirin. Ev yek di merasîmekê de bi amadebûna serok û endamên komîteyê li baregeha wê ya li Şamê pêk hatibû.