Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şe’ar îro biryara avakirina Meclisa Karsazîyê ya Sûrî-Çînî da, wek beşekî ji hewildanên xurtkirina hevkarîya aborî di nav Sûrîye û Çînê de.
Li gorî vê biryara ku kopîyek jê gihîştiye SANAyê, Fadî Elî El-Mihêmîd wek Serokê Encumenê û Mekrem Semîr Şettahî wek Cîgirê Serok hatine destnîşankirin.
Li gor biryarê, Meclis pabend e bi xebata li gor rêziknameyên sîstema bingehîn ya meclisên karsazîyê yên Sûrîyê yên hevbeş bi welatên cîhanê re, û biryar dê ji roja derketina wê de were cîbecîkirin û hemî alîyên têkildar bên agahdarkirin.
Wezareta Aborî û Pîşesazîyê da xwuyakirin ku ev biryar ji bo berfirehkirina hevkarîya aborî ya di navbera Sûrîye û Çînê de hatiye standin, ku di salên dawî de pêşketineke berbiçav di vê hevkarîyê de çêbûye, bi armanca dabînkirina çarçoveya karekî rêxistî û kartêker, pêşxistina bazirganîyê di nav her du welatan de û rêxweşkirina li pêşîya veberhênanên Çînê yên rasterast di sektorên Sûrîyê yên herî giring de, wek jinûveavakirin, enerjî, binesazî û teknolojîyê.