Dera-SANA
Parêzgarê Siwêdayê Mistefa El-Bekûr, îro serdana wargehên demkî ên li gundewarê Derayê kir, bi armanca şopandina rewşa malbatên koçber û rêyên peydakirina alîkarî û xizmetguzarîyên bingehîn ji wan re.
Bekûr di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku ev serdan ji bo dîtina rewşa jîyana malbatên ku ji Siwêdayê koçberî gundewarê Derayê bûne, nemaze bi hatina zivistanê re, û tekez kir ku wargeh hewcedarî gelek tiştan in, û bang li rêxistinên mirovî kir bi taybetî ji bo çaksazkirina binesazîyê, dabînkirina kelûpelên hundirîn, rê, pêdivîyên hawarçûnê, sotemenî û şîrê zarokan.
Hemed El-Uqle, yek ji niştecihên vî wargehî ye, ji nûçegihanê SANAyê re got ku ew bi lez hewcedarî alavên germkirinê ne, wek sobe û betanîyan, her wiha zêdekirina para nan û başkirina rewşa tenduristîyê.


