Tertûs-SANA
Şaxê Têkoşîna li Dijî Terorê li Tertûsê tawanbar Edîb Elî Silêman girt, ku di dema xizmeta xwe ya di nava refên rejîma berê de gelek tawan kirine.
Wezareta Navxwe li ser kanala xwe ya Telegramê ji zarê Fermandarê Ewlehîya Hundirîn li Tertûsê Eqîd Ebdilal Mihemed Ebdilal ragihand: “Yekîneyên şaxê têkoşîna li dijî terorê li parêzgehê operasyoneke ewlehîyê ya taybet pêk anîn, û di encamê de tawanbarê ku berê serokatîya Şaxê /220/ ya ser bi Ewlehîya Leşkerî ve dikir, hat girtin.”
Her wiha bal kişand ser wê yekê ku tawanbar radestî dadgeha pêwendîdar hatiye kirin ji bo temamkirina lêkolînan û wergirtina rêkarên yasayî yên pêwîst derheqê wî de.