Laziqîye-SANA
Endamekî Hêzên Ewlekarîya Hundirîn şehîd bû û hinekên din jî birîndar bûn bi guleyên çekdarên bermayîyên rejîma şikestî (fulûl), di dema ku erkê xwe yê niştimanî ji bo parastina ewlehîyê û ewlekirina xwenîşandanan li parêzgeha Laziqîyê pêk dianîn.
Wezareta Navxwe: “Endamekî ewlekarîya hundirîn şehîd bû û hejmarek endamên din birîndar bûn di dema pêkanîna erkê xwe de li parêzgeha Laziqîyê. Em sersaxîya xwe ya herî kûr pêşkêşî malbata kesê şehîd dikin.”
Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Laziqîyê Emîd Ebdulezîz El-Ehmed got: “Hêzên me yên ewlehîyê û xwenîşander rastî gulebarana rasterast ji alîyekî nenas ve hatin, dema ku li qada Ezherî û Otostrada Komarê li bajarê Laziqîyê bûn.”
El-Ehmed bal kişand ser birîndarbûna hinek endaman û şikandina otomobîlên hêzên “Erkên Taybet” û polîsan di encama êrîşa hinek endamên terorîst ên girêdayî bermayîyên rejîma şikestî de, di nav xwenîşandanên ku kesê bi navê Xezal Xezal li bajarên Laziqîye û Cebleyê banga wan kiribû.