Laziqîye-SANA
Tîmên Berevanîya Sivîl karîbûn agirê ku îro êvarî di embareke biçûk de li hundirê Nexweşxaneya Zanîngeha Lazîqîyê derketibû, vemirînin.
Rêveberê Tenduristîya Laziqîyê Dr. Xelîl Axa dîyar kir ku agir di embareke biçûk de li qatê pêncemîn derketibû, û zîyan tenê madî bûn, ku ew jî hinek tiştên wekî şaş û pembo yên taybet bi klînîka guh bûn, şewitîn.

Her weha wî bal kişand ser wê yekê ku sedemên şewatê hîn ne zelal in, di heman demê de alîyên peywendîdar lêkolîna li ser hûrgilîyên bûyerê didomînin.


