Quneytira-SANA
Hêzeke Îsraîla dagirker bi rêya avêtina bombeyên dûmanê, êrîşî zarok û jinên ku li herêma navbera gundên Ednanîyê û Ruweyhînîyê li gundewarê bakurê Quneytirayê kumik kom dikirin kir.
Hêzên dagirker duh jî derbasî çend deveran li gundewarê bakur û başûrê Quneytirayê bûbûn û du ciwan ji bo dema çend saetan girtin û paşê berdan.
Sûrîye her dem daxwaza derketina hêzên Îsraîla dagirker ji xaka xwe dike û tekez dike ku hemû rêkarên ku ew li başûrê Sûrîyê pêk tîne, li gorî qanûnên navdewletî ne rewa ne, û daxwazê ji civaka navdewletî dike ku berpirsyarîyên xwe bi cih bîne û pêşî li kiryarên dagirkerîyê bigire.