Laziqîye – SANA
Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Laziqîyê, Emîd Ebdilezîz Hîlal El-Ehmed, ragihand ku operasyoneke Ewlekarîyê ya taybet bi beşdarîya yekîneyên Ewlekarîya Hundirîn, Şaxê Têkbirina Terorê û yekîneyeke Artêşa Sûrîyê li gundewarê Ceblê hat lidarxistin, şaneyeke girêdayî koma bi navê “Seraya El-Cewad” ya bi ser tawankar Suhêl El-Hesen ve, kir armanc.
Hîlal dîyar kir ku vê şaneyê di gelek operasyonên kuştinê, darvekirina meydanî û teqandina bombeyan de cih girtiye, her wiha xalên hêzên ewlekarîyê û yên artêşê kirine armanc, û hat eşkerekirin ku şaneyê xwe ji bo armanckirina şahîyên sersalê amade dikir, ku ev yek gefeke rasterast e li ser ewlehîya sivîlan.

Piştî şopandineke hûr, cihê şaneyê hat dorpêçkirin, û ji bo zîyan negihêje sivîlan ji deverê hatin dûrxistin. Ji çekdaran hat xwestin ku xwe radest bikin lê guh nedan wê bangê, lewma şerekî ku nêzî saetê berdewam kir derket, di encamê de endamekî şaneyê hat girtin, sêyên din hatin kuştin û çar endamên Ewlekarîyê jî bi sivikî birîndar bûn.
Di dema operasyonê de, dest li ser gelek bombeyên destçêker, çek, cebilxane û cilên leşkerî hat danîn, kesê girtî ji bo temamkirina lêpirsînan bo Şaxê Têkbirina Terorê hat veguhestin.










