Hims-SANA
Polîsê El-Mehete li Bajarê Himsê bi hemahengîya ligel Beşa Agahîyan a Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn a parêzgehê, kesekî ku li ser dîwarên bajêr gotinên taîfî nivîsandibûn, girt.
Çavkanîyeke ewlekarîyê ji SANAyê dîyar kir ku ev bûyer bi vîdyoyeke ku li ser torên civakî hatiye belavkirin hat belgekirin, ku di vîdyoyê de tê xuyakirin ku kesê bi navê “E.D” van gotinan bi mebesta belavkirina fitne û cudahîyê dinivîsîne, her weha piştî naskirina nasnameya wî, tedbîrên yasayî yên pêwîst derheqê wî de hatine stendin ji bo ku radestî alîyê peywendîdar were kirin.