Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê îro ragihand ku di encama topbarana Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de, ku herêmeke niştecîhbûnê ya li nêzî nexweşxaneya El-Razî li bajarê Helebê armanc girt, ciwanek û dayika wî jîyana xwe ji dest da. Her wiha 8 welatî birîndar bûn, ku di nav wan de kurek û keçek hene, tevî birîndarbûna du endamên Parastina Sivîl.
Wezaretê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku hemû birîndar ji bo nexweşxaneyan hatin birin da ku dermankirina pêwîst wergirin. Hat destnîşankirin jî ku tîmên bijîşkî di bin wan mercên ku bajêr tê re derbas dibe de, rewşa wan a tenduristîyê bi berdewamî dişopînin.
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku hemû nexweşxaneyên li parêzgeha Helebê di rewşa amadebaşîya tam de ne; kadroyên bijîşkî hatine seferberkirin û derman û pêdivîyên pêwîst ji bo rûbirûbûna her rewşeke awarte hatine dabînkirin.
HSD topbarankirina bêserûber bi topên hawanê û moşekavêjan li ser taxên niştecîhbûnê li bajarê Helebê, mîna taxên El-Cemîlîye û El-Suryanê berdewam dike.