Şam-SANA
Alîkarê Wezîrê Navxwe yê Karûbarên Kargerî û Darayî, Emîd Basim El-Mensûr, tevî Fermandarê Ewlehîya Hundir a Parêzgeha Îdlibê Emîd Xesan Bakîr, serdana malbatên wan şehîdên ku di encama kemîneke terorîstî ya şaneyeke girêdayî rêxistina DAIŞê de şehîd bûbûn, kirin.
Wezareta Navxwe ya Sûrîyê îro li ser Telegrama xwe ragihand ku di dema serdanê de, sersaxîyên Wezîrê Navxwe Enes Xetab gihandin malbatên şehîdan. Wezaretê her wisa tekez kir ku ew dê di pêkanîna erkên xwe yên niştimanî de ji bo şopandina rêxistinên terorîst berdewam bin.
Wezareta Navxwe di 16ê vê mehê de girtina wê şaneya tawankar ragihandibû, ku di 14ê mehê de li ser rêya Şam – Helebê, li nêzî bajarê Meiret El-Numanê li gundewarê Îdlibê yê başûr, êrîşî dewrîyeyeke ewlehîya rêyan kiribû. Di encama wê êrîşê de çar endamên ewlehîyê şehîd û endamek jî birîndar bûbû.




