Laziqîye-SANA
Îro 4emîn Şampîyonîya Neteweyî ya Pêşbirkên Gotûbêjê yên Zanîngehên Sûrîyê 2025 bi dawî bûn, Tîma Zanîngeha Laziqîyê pileya yekem, tîma Tertûs2 ya duyem, Zanîngeha Şamê ya sêyem û Tertûs1 ya çarem bi dest xistin. Berhevdana Gotûbêjan ya dawî li ser dika mezin a Zanîngeha Şamê hat lidarxistin.
Ev şampîyonî ji hêla Rêxistina Geşepêdana Sûrîyê û bi piştgirîya Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, di bin dirûşma “Dîyaloga ku aştîyê ava dike” de hat lidarxistin. Armanca wê xurtkirina çanda dîyalog û gotûbêjê di navbera xwendekarên zanîngehê de ye, wek rêyekê ji bo avakirina aştîyê û hevgirtina civakî.
Cîgirê Wezîrê Xwendina Bilind, Dr. Ebdulhemîd El-Xalid, bal kişand ser girîngîya gotûbêjan wek qadeke rahênanê ji bo dîyaloga birêkûpêk, pêşxistina hizirkirin û analîzekirinê û rêzgirtina li cudahîyê
Rahênera pêşbirkê Menal El-Fetîh, dîyar kir ku ev bername dihêle ramanên mirovan nermtir bibin û nêrînên cuda qebûl bikin. Her wiha her du serketîyên Zanîngeha Laziqîyê tekez kir ku pêşbirkên gotûbêjê ramanên wan pêş xistine û hiştine dîyalog bibe bingeha hemû têkilîyên jîyana wan.














