Şam – SANA
Piştî êrîşa terorîstî ku duh ji alîyê endamekî bi ser rêxistina DAIŞê ve hatibû pêkanîn, ku navenda civîna Rêveberîya Ewlekarîya Hundirîn li Bîyabana Sûrîyê bi beşdarîya şandekê ji Hevpeymanîya Navdewletî kiribû armanc, û bûbû sedema kuştin û birîndaran, Yekîneyên Wezareta Hundirîn ya Sûrîyê li bajarê Tedmurê, operasyoneke ewlekarîyê ya taybet pêk anî.
Wezareta Hundirîn di daxuyanîyekê de îro got: ʺOperasyon bi hevrêzkarîya tam digel Dezgeha Îstîxbarata Giştî û Hêzên Hevpeymanîya Navdewletî, û li ser bingeha agahîyên îstîxbarî yên rast pêk hat. Di encamê de pênc kesên gumanbar hatin girtin, û rasterast kertin bin lêpirsînê de.ʺ