Îdlib – SANA
Berevanîya Sivîl ragihand ku wê keçika ku ketibû bîreke ziwa ya bi kûrahîya nêzî 10 metroyan li gundê Serî’ yê gundewarê Îdlibê, rizgar kir.
Berevanîya Sivîl di daxuyanîyekê ku li ser kenala xwe ya Telegramê weşand, got: Keçika bi navê Şeza ya 3 salî, piştî xebata nêzî 11 saetan, îro berbanga sibê hate rizgarkirin. Yekser bijîşkê ku li cihê bûyerê ligel tîma ambûlansê amade bû, lênerîna destpêkî û dermankirina tê xwestin jê re pêşkêş kir, piştre ew rakirin Nexweşxaneya Îdlibê ya Zanîngehê.
Wezîrê Rewşên Awarte û Rêvebirina Karesatan yê Sûrîyê, Ra’id El-Salih, duh êvarî dîyar kiribû ku tîmên wan ên rewşên awarte berdewam bûn di têkilîya bi keçikê re û oksîjen, av û xwarin jê re dabîn dikirin. El-Salih got ku tîman koncalek li tenişta bîrê kolan da xwe bigihînin zarokê, ji ber ku devê bîrê ji encama ketina kevirekî hatibû girtin.