Heseke-SANA
Şaxê Heyva Sor a Erebî ya Sûrî li parêzgeha Heseskê, bi piştgirîya Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, hejmarek pez li ser malbatên li gundewarê başûrê Hesekê belav kirin.
Serokê Şaxê Hesekê, Xidir El-Zahir, di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re eşkere kir ku 6 serî pezên avis ji bo her malbatekê, ligel 900 kîlo êm ku ji bo heyama xwedîkirina pêşî hatiye terxankirin, li ser 150 malbatên li gundên El-Xerib, El-Tariqîye, El-’Etala û El-Kelasa li gundewarê başûrê Hesekê, hatine belavkirin.
El-Zahir dîyar kir ku armanca bexşê sivikkirina êşa malbatên hejar, dabînkirina çavkanîyeke debara mayînde, û beşdarîkirina di xurtkirina aramî û parastina ewlehîya wan a xurekê de ye.
Şaxê rêxistinê di nîvê Cotmeha borî de 33 sobe û 65 panelên enerjîya rojê bi batarî û pêdivîyên wan ve, pêşkêşî 114 malbatên vegerîyayî kir. Ev yek bi piştgirîya Desteya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) pêk hat.