Heleb – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’, di salvegera rizgarkirina bajêr de, bi alî û kesayetên sivîl û leşkerî yên parêzgeha Helebê re civîya.
Di civîna ku Wezîrê Navxwe Enes Xetab û Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb jî tê de amade bûn, Serok El-Şeri’ axaftinek pêşkêş kir. Di axaftina xwe de, Serok rizgarkirina bajêr li şênîyên Helebê pîroz kir û qala pêwîstîya yekkirina hewldanan ji bo jinûveavakirina parêzgehê kir.



