Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Çalakîyên Konferansa Navdewletî ya 10emîn a Lêkolînên Ol û Mirovan li Hola Zanîngeha Şamê Dest pê kirin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Nûçeya lezgîn:
Serok Ehmed El-Şeri’ û Hejmarek Wezîr Beşdarî Pêşangeha Leşkerî li Cada Mezê Dibin bi Boneya Bîranîna Rizgarîyê
Serok Ehmed El-Şeriʼ di Salvegera Yekem a Rizgarkirina Sûriyê de Nimêja Sibehê li Mizgefta Emewî ya Mezin li Şamê Dike
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên Parêzgehan > Şam > Çalakîyên Konferansa Navdewletî ya 10emîn a Lêkolînên Ol û Mirovan li Hola Zanîngeha Şamê Dest pê kirin

Çalakîyên Konferansa Navdewletî ya 10emîn a Lêkolînên Ol û Mirovan li Hola Zanîngeha Şamê Dest pê kirin

2 weeks ago

Şam-SANA

Îro çalakîyên Konferansa Navdewletî ya 10emîn a Lêkolînên Ol û Mirovan di bin navnîşana “Mîrateya Zanistî û Sîyasî li Welatên Şamê û Bandora Wê li ser Pêkvejîyana Şaristanîyê” dest pê kirin. Ev konferans ji alîyê Fakulteya Șerî’etê ya Zanîngeha Şamê ve, bi hevkarîya Weqfa “TÎMAV”ê (Weqfa Endamên Lîseyên Îmam û Xetîban a Tirkîyê), li hola Zanîngeha Şamê tê lidarxistin.

Armanca vê konferansê -ku du rojan didome û elîteke zanyar û bîremendan ji welatên cuda dicivîne- lêkolîna mîrateya zanistî û şaristanîyê ya Welatên Şamê û bandora wê ya kûr li ser dîroka fikrî û roja îro ye ku rûbirûyî astengîyên mezin dibe.

Beşdarên konferansê mijarên pêkvejîyan, pirrengîya olî, jinûveavakirina hizir û kesayetîyê, arasteyên olî û felsefî, mîrateya fiqhî û binesazîya civakî û olî gotûbêj dikin. Her wiha mijarên perwerde, çand, aştîya civakî, desthilat, sîyaset, veguherîna dîjîtal, parastina mîrate, dîrok, şaristanî, zanist, maf, aborî û piştgirîya civakî jî tên nîqaşkirin.

“Zindîkirina Nirxên Resen”

Serokê Ofîsa Şêwirmendîyê ya Karûbarên Olî li Serokatîya Komarê, Ebdulrehîm ‘Etûn, di axaftina vekirinê de dîyar kir ku Îslam bi naveroka xwe ya exlaqî, rûhanî û nirxî bûye hêmayeke aramîya civakî. Wî tekez kir ku Îslamê di projeya xwe ya şaristanîyê de cihêrengî hembêz kiriye û hêleke nirxî daye wê ku li ser edaletê ava dibe, û rûmeta mirovî wekî mafekî kesîn dîtiye bêyî ku li nijad û mezheba wî bê nihêrîn.

‘Etûn tekez kir ku aramîya rasteqîn, bi dewleteke bihêz ji alîyê leşkerî, heyîna ewlehîyeke aram û geşedaneke aborîyê ve pêk tê. Wî bal kişand ser pêdivîya civaka Sûrîyê bi zindîkirina nirxên resen û berdewamîya ezmûna şaristanîyê ji bo avakirina pêşerojeke ku hemû tê de bi ewlekarî, aştî û rûmet beşdar bin.

“Kokdanîna Pêkvejîyana Şaristanîyê”

Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî amaje bi wê yekê kir ku Sûrîye îro li ber xaçerêya tevrabûneke nû radiweste û peyama xwe nû dike, loma wê yekê dide tekezkirin ku welatên bi hezaran sal in ronahîyê hildigirin, bi bahozan venamirin, lê belê bi zanista xwe radibin, bi hêza gelê xwe haş dibin û bi hevkarîya dost û hezkirîyên xwe ber bi pêşerojê ve domdar dibin.

El-Helebî konferans wekî qada vejîna Welatên Şamê û têgihiştina şêwazê ku sîyaset û zanyarên wê modelên pêkvejîyan û rêveberîyê pêk anîne, pênase kir. Her weha tekez kir ku nûkirina lêkolînên olî, têgihiştina kûr a sîstemên sîyasî yên dîrokî û veguhertina mîrateyê bo amûreke zanînê, rêya me ye ji bo kokdanîna pêkvejîyana şaristanîyê ya ku em û cîhan dixwazin.

“Roleke Navendî ya Şamê di Avakirina Şaristanîya Îslamî de”

Karsparê Balyozxaneya Tirkîyê li Sûrîyê Burhan Kur Oglu tekez kir ku Welatên Şamê navenda bazirganî, zanist, hizir û sîyasetê bûn, û dergûşa aştî, ol, felsefe, tib û zanistên siruştî bûn. Wî dîyar kir ku elît û zanyarên Sûrîyê bûn pêşengên zanistê, û Tirkîyê hemû cûreyên piştgirîyê pêşkêşî birayên Sûrî kiriye. Wî konferans wekî platformeke xurtkirina jîyana hevbeş li ser vê axê û avakirina pêşerojeke hevbeş ji bo nifşên bê dît.

Serokê Zanîngeha Şamê Dr. Mistefa Sa’im El-Dehir destnîşan kir ku Şamê roleke navendî di avakirina şaristanîya Îslamî, hinartina zanistê û avakirina pirên pêwendîya şaristanîyê de bo herêmên berfireh ên cîhanê lîstiye. Wî da zanîn ku zanîngeh hewldanên xwe di belavkirina zanista resen û lihevanîna dil û hizran de didomîne û tekezî li ser pabendbûna xwe ya domdar kir ku rola pêşengîyê di avakirina Sûrîya nû de bilîze.

“Çalakîyeke Zanistî Yekîtîya Ummetê Xurt Dik

“Serokê Fakulteya Şerîetê li Zanîngeha Şamê Dr. Îmadedîn El-Reşîd, lidarxistina vê konferansê bi hevkarîya ligel “TÎMAV”ê wekî çalakîyeke zanistî dît ku zanîn, sîyaset û şaristanîyê li hev dicivîne, li welatekî ku di dirêjahîya dîroka xwe de di van mijaran de pispor bûye.

Serokê Weqfa “TÎMAV”ê Dr. Samî Bayrakçi tekez kir ku Şam welatê şaristanîyê ye û ji bo Tirkîyê wekî Stenbolê ye; ew du bajarên bi ruh û dîrokê pev ve girêdayî ne. Wî hêvî kir ku konferans nirxên edalet û heqîyê nîşan bide û beşdarî xurtkirina yekîtîya ummetê bibe.

“Bira-bajartîya ligel Şamê”

Şaredarê Konyayê Ugur Îbrahîm Altay dîyar kir ku Şaredarîyê biryara bira-bajartîya fermî ligel Şamê daye ji bo xurtkirina hevkarîya çandî û ew bi hemû derfetên xwe piştgirîyê didin konferansê.

Nûnerê Parêzgarê Şamê Museb Bedewî tekez kir ku Şam pira pêwendîyê ye di navbera çandan de û ew kêfxweş in ku dibin mazûvanê konferansê, nexasim ku Welatê Şamê xwedî dîrokeke kevnar e û zanyarên ku fiqh damezirandine gihandine. Wî konferans wekî projeyeke tevrakirin, bîrewerî û lihevkirinê ku mirov bilind dike pênase kir, û dîyar kir ku Îslamê zanist kiriye amûra têgihiştin û hikmetê û rêya pêkvejîyanê.

“Bingehên Pêkvejîyana Hevbeş a Sûrî û Tirkî”

Di gotinên serokên zanîngehên Tirkîyê de (Serokê Zanîngeha Necmettin Erbakan Dr. Cem Zorlu, Zanîngeha Anadolu Dr. Yusuf Abi Guzel, û Zanîngeha Stenbolê Dr. Gulfettin Çelik), hate dîyarkirin ku lêkolîna mîrateya Welatên Şamê hewldanek e ji bo têgihiştina rola zanistê di avakirina civakeke hevgirtî de. Wan tekez kir ku Tirk û Sûrî bi hev re jîyane û çand parve kirine, û her du gel dê bi hevnasînê di nav ewlehî û aştîyê de bijîn.

Di vekirina konferansê de Wezîrê Darayî Mihemed Yeser Bernîye, alîkarên wezîran, serokên zanîngehan, lêkolîner û akademîsyenên ji Tirkîye û welatên Erebî û Îslamî amade bûn.

Weqfa “TÎMAV”ê rêxistineke Tirkî ye ku girîngîyê dide karûbarên derçûyên lîseyên Îmam û Xetîban li Tirkîyê, konferansan organîze dike û bi sazîyên akademîk re hevkarîyê dike.

Pirtûkxaneya Niştimanî Amadekarîya “Pêşbazîya Afirînerîya Çandî” ji bo Pîrozkirina Cejna Rizgarkirinê Dike
Krak des Chevaliers.. Cihê mîrateya cîhanî ku çîroka nehsed salên dîroka Sûriyê vedibêje
“Bîranînên Girtinê” Performanseke şanoyê ya bi bîranîna kesên ku bi zorê di girtigehên rejîma berê de hatine windakiri
Hêzên Dagîrker ên Îsraîlê Derbasî Gundewarê Bakurê Quneytrayê Bûn
Xelkên Qubtan El-Cebel li Helebê li Meydana Sereke ya Bajarokê Xwe Dicivin Da ku Rizgarkirina Wê Bi Bîr Bînin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Konferansa Navdewletî ya 10emîn a Lêkolînên Ol û MirovanŞamZanîngeha Şamê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

10

Belavbûna Hêzên Ewlehîyê li Qada Sebi’ Behrat û Derdora Wê ji bo Ewlekirina Ahengên Cejna Rizgarîyê

2 minutes ago
5

Beşdarên Meşa Rizgarîyê ya li ser Bîsîkletan ji Bajarê Himsê ber bi Şamê ve Diçin

11 minutes ago
6

Ahenga Xelkên Şamê li Qada Kefer Sûsê li Şamê bi Boneya Bîranîna Serkeftin û Rizgarîyê

18 minutes ago

Ahengên Revenda Sûrî li bajarê Sao Paulo yê Brezîlyayê bi Boneya Bîranîna Rizgarîyê

23 minutes ago
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?