Hema-SANA
Kampanya “Fidayê Hemayê” duh êvarî zêdetirî 210 milyon dolarî ji bexşandinan bi dawî bû.
Kampanî bi beşdarbûna Serok Ehmed El-Şeri’ û kesayetên fermî û girseyî ji gel li Yarîgeha El-Mi’eşeb ya bajarê Hemayê, hat destpêkirin, bi armanca piştgirîya jinûveavakirina deverên zîyanlêbûyî li parêzgehê, baştirkirina binesazîya wê û hêsankirina vegera koçberan.
Di destpêka kampanyê de dîmenên Parêzgeha Hemayê di navbera berê û niha de, û tiştên ku rastî wan hatine di warê tawanên rejîma bav û kur a Esed de, û berxwedan û qurbanîyên gelê wê di Şoreşa Sûrîyê de ji bo hilweşandina rejîma berê, hatin nîşandan.