Hêzên Dagîrker ên Îsraîlê îro sibehê derbasî Til Ehmera Rojhilatî li gundewarê başûrê Quneyterayê bûn.
Nûçegihanê SANAyê li Quneyterayê ragihand ku du tank û du wesayîtên leşkerî yên hêza dagîrker derbasî Til Ehmera Rojhilatî bûn, û berî ku vekişin ala dagîrkerîyê bilind kirin.
Her weha dewrîyeke din a dagîrkerîyê ku ji şeş wesayîtên leşkerî pêk dihat, derbasî bajarokên Bîr Ecem û Berîqe û gundên Zibeyda yên rojavayî û rojhilatî li gundewarê başûrê Quneyterayê bûn, ev yek di demekê de ku dewrîyeke din ket gundê Eyn El-Zîwan û rêya ber bi gundê Ebû Qubeys li gundewarê başûr ve girt, û piştî demekê vekişîya.
Duh jî dewrîyên dagîrkerîyê derbasî bajarok û gundên Semdanîya Rojhilatî, Um El-Îzam û Berîqa yên li gundewarê Quneyterayê bûn.
Dagîrker êrîşên xwe yên li ser axa Sûrîyê didomîne, û Peymana Veqetandinê ya sala 1974an û yasayên navnetewî û biryarên têkildar ên Netewên Yekbûyî, binpê dike, di heman demê de Sûrîyê van kiryarên dijminayetî şermezar dike, û bang li civaka navnetewî dike ku berpirsyarîyên xwe bigire û helwesteke tund nîşan bide da ku van êrîşan rawestîne, ji ber ku metirsîyek e li ser aramîya herêmî û aştî û ewlehîya navnetewî.