Siweyda-SANA
Parêzgarê Siweydayê Mustefa El-Bekûr piştrast kir ku nûçeyên operasyoneke leşkerî li parêzgehê têne belavkirin, ne rast in.
El-Bekûr li ser “telegram” xwe da zanîn ku armanc ji wan nûçeyan belavkirina fitne û tirsê ye di nava xelkê de û koçberkirina wan e, bi taybet di vê rewşa dijwar ya zivistanê de.
Parêzgarê Siweydayê bang li xelkê kir ku guh nedin wan nûçeyan ji ber ku kesên li pey wan hewl didin aramîyê têk bidin.