Şam-SANA
Beşa Lêkolînên Tawanan li parêzgeha Şamê gumanbar “A.M.” girt, piştî ku welatîyekî gilî kiribû ku xwişka wî rastî şantajeke elektronî hatiye û bi belavkirina wêneyên kesane û malbatî hatiye tehdîdkirin.
Wezareta Navxwe li ser Telegrama xwe dîyar kir ku gilîyê ku gihîştiye Beşa Lêkolînên Tawanan li parêzgeha Şamê, destnîşan kiriye ku kesê navborî qurbanî û malbata wê neçar kiriye ku pereyên zêde bidin, û ev yek ew xistiye bin zexteke derûnî ya giran. Wezaretê anî ziman ku piştî şopandineke hûr û berhevkirina agahîyên pêwîst, kemînek hate vedan û di encamê de kesê gumanbar hate desteserkirin.
Wezaretê tekez kir ku di dema lêpirsînan de, kesê navborî li kiryarên xwe mikur hat, di nav de parastina madeyên xerab û bikaranîna wan ji bo zextê li qurbanîyê û malbata wê bike. Her wiha mikur hat ku wî di berdêla şantaja ku kiriye de pereyên zêde standiye. Ji bo temamkirina tedbîrên yasayî gumanbar ji bo dadgehê hate rêkirin.
Dîyar e ku di 12ê vê mehê de, Beşa Lêkolînên Tawanan li Hemayê komek girtibû ku di sûcê şantajê yê elektronîkî de beşdar bûbûn, bi rêya xwarina gefan li xwedîyê karê xwe bi belavkirina wêneyên taybet ên malbata wî li hember pereyan.