Şam – SANA
Parêzgeha Şamê, rêkeftineke hevkarîyê li gel bermameya Netewên Yekbûyê ya Pêşxistinê (UNDP) û Zankoya Venensya Îtalî îmze kir, ji bo piştgirîkirina wan ji plandanîna pêşxistina berdewam re di çarçoveya planeke berfireh ku bajêr û derdora wî li xwe digire.
Armanca vê hevbeşîyê xurtkirina karûbarên nûavakirinê, veguhertina ber bi dijîtalkirinê ve, pêşxistina sektorên geştûguzar û çandê, di rêya avakirina navendeke şopandinê re ku datayan ji bo piştgirîya aramîyê berhev bike.
Balyozê Îtalyayê tekezî li ser piştgirîya welatê xwe ji Sûrîyê re kir, û kesên beşdar jî tekez kirin ku pir girîng e hevkarî û lihevkirineke navdewletî hebe da Şam dîsa vegere cihê xwe yê dîrokî.







