Hema-SANA
Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn li Hemayê, bi hevkarîya Şaxê Dijî Terorê, her du sûcdar, Bîlal Mihriz bi nasnavê “El-Sefah”, û birayê wî Seyfeddîn Mihriz, ku ji gundewarên Hemayê ne, bi tometa tawanên şer li dijî sivîlan, di dema desthilatdarîya rêjîma berê de, girtin.
Wezareta Hundirîn, bi navê fermandarê ewlekarîya hundirîn ya parêzgehê, Mulhem El-Şentût, ragihand ku lêpirsînan destwerdana wan di girtin û koçberkirina sivîlan, û destdirêjîya termên şehîdan de îsbat kir, û ew ji bo dadwerîya taybet hatin şandin.
Her weha tekez dike ku ew ê berdewam bin di hewildanên şopandina tawanbaran û xurtkirina ewlehîyê li parêzgehê.